Nivîskar: Hîva Yüce
Li navenda Diyarbekir û li gundên der û dora wî zarokên lawik li gorî keçan bêhtir qîmetê dibînin. Ev yek li her derê civakê û jîyanê derdikeve pêşberî me. Dema ku li malbatekê zarokek çêdibe, eger ku zarok keçik be malbat xemgîn dibe. Lê eger ku zarok lawik be malbat bextewar dibe û ji bo lawik pîrozbahî dikin. Dema li gundan, di navbera malbatan da kuştinek çêbe, ji bo ku li hev werin qîzan didin hevdu. Bi vî awayî li hev tên. Li hin deran bi çavên alavekî li keçan dinêrin. Wekî din, dema di malbatê da yekî mezin dimire û weke mîras axê parve dikin, law di navbera xwe da wê axê parve dikin û tu tiştek nabe para keçan.
Ev mantik li her derê jîyanê derdikeve pêşberî me. Bi taybetî li Herêma Başûrê Rojhilatî ev fikir di zarokatîya wan da di nav zarokan da çêdibe. Malbat ev fikir dixin hişê zarokan û kengî ev zarok mezin dibin ev fikrê “Keçik bê qîmete, law paşa ye” qebûl dikin û ev hişmendî wisa berdewam dike.
Her çiqas ev fikir ne rast be jî zarok êdî evîya hîn dibin. Ji ber vê yekê gere em vî fikrî ji hişê mirovan derxînin. Ji ber ku eger ev mantik berdewam bike, zarokên keç dê her gav li paş bimînin.
Zarokên law heta zanîngehê perwerde dibin. Ji ber ku malbat dibêje “Ev law e, pirtir bi aqil e.” Lê zarokên keç li hin deran an qet naşînin dibistanê, an jî heta pola çaran diçin dibistanê û paşê bi mantiqa “Ma jixwe keç e, bixwîne dê çi bibe?” jîyana wan ya dibistanê bi dawî dikin.
Xwendina dibistanê pir girîng e. Qîzik an jî lawik ferq nake. Her zarok divê here dibistanê. Lê piranîya malbatên li gund an jî li bajarê piçûk dijîn, hîn jî keçên xwe naşînin dibistanê. Ji bo vê yekê hin mirov projeyan çêkirin. Bi taybetî du proje gelekî bi kêrî keçikan hatin. Projeya Berfînan (Kardelenler Projesi) û Keçikino Werin Dibistanê! (Haydi Kızlar Okula!) Ev her du proje alîkarîya gelek keçikan kir ku dest bi dibistanê bikin. Li Turkîyeyê bûrs dan 28.000 keçikan. Ji keçikên ku nikaribûn biçûna dibistanê ra ders dan û qeyda wan li dibistanê çêkirin. Ji van keçikan %50yê wan xwendin û bûn xwedî karekî.
Her çiqas keçik di civakê da qedr û qîmeta wan tune be jî, di van salên dawî de ev hişmendî hinek guherî. Piştî ku ji hin malabatan keçik xwendina xwe xelas kirin û bûn mamoste, doktor an parêzer û di civakê de cî girtin. Bawerî bi keçikên din ra jî çêbû. Hin malbat hişmendîya xwe guherandin û xwestin keçên wan jî biçin zanîngehê, perwerde bibin û bibin xwedî kar û barekî. Bi taybetî hin dayîk zorê dan bavan û keçê xwe dan xwendin. Ji ber ku ev dayîk nedixwestin qedera keçên wan bişibe ya wan.
Comments