top of page
Search
Writer's pictureHiva Yüca

Rola Derûnnasîyê: Redkirina Guherina Avhewayê û Anksiyeteyê Avhewayê

Updated: Sep 22

Nivîskar: Hîva Yüce 


Dema ku mirov sotemeniyên fosîl bikartînin, mîqdar û dendikên gazên serayê di atmosferê de zêde dibin û germahiya global çêdibe, tesirên xirab çêdibin û ev guherîna avhewayê derdixîne holê. Guherîna avhewayê ne tenê zêdebûna germahîyê hewayê ye. Her wiha ziwabûna hewayê, lehî, helandina qeşayê, bilindbûna asta deryayê dikare ji nebat, heywan û ekosîstem û her weha li ser jîyana mirovan bi awayekî nebaş bandorê dike (1). Di roja me de, ji bo ku wesayîtên şexsî zêde tên bikaranîn, zêdebûna nifûsê, her wekî din zêdebûna kargehan û sedemên bi vî rengî gazên jehrî di atmosferê de zêde dibe û guherîna avhewayê di van demên dawî de bûye pirsgirêkeke mezin.


Lê mixabin her çend ev zanîn ji hêla zanyarên avhewayê ve hat dîtin jî, hin mirov ji wan bawer nakin. Em ji vê ra dibejîn redkirina guherîna avhewayê. Jê cuda, hin mirov ji guherîna avhewayê û encamên wê pir ditirsin, em ji vê ra jî dibejîn anksîyeteyê avhewayê. Ev her du bûyer jî li ser rewşa mirovan bandoreke mezin dike. Ji ber vê yekê bertekên bi vî rengî ji hêla derûnî ve ji bo berxwedana li hember guherîna avhewayê pir girîng in. Ez ê di vê nivîsa xwe de, li ser giringîya faktorên derûnnasiyê yên redkirina guherîna avhewayê û anksîyeteyê avhewayê rawestim.


Tevî ku gelek delîlên zanistî henin, redkarên guherîna avhewayê dibêjin ku tiştek bi vî rengî tune ye û ji bo vê yekê ne hewce ye ku em tiştekî bikin. Li gel ku ev bi awayekî zanistî dîyar be jî, redkarên guherîna avhewayê, li ser guherîna avhewayê agahîyên zanistî gengeşiyên şaş dikin, ji ber vê yekê mirov jî li ser vê meseleyê dikevin şikê û hişê wan tevlihev dibe. Ev jî dibe sedem ku di wexta xwe de tedbîr neyên girtin. Redkirina guherîna avhewayê, ji sedema hin kesên ku naxwazin jiyana wan a rojane biguhere û kesên ku dixwazin baweriya xwe biparêzin derdikeve holê.


Mirovên ku anksîyeteyê avhewayê wan henin her tim dawîya dinyayê difikirin û ji bo vê yekê ev mirovan da xemgîniya pêşerojê, westandin, bêhnfirehî, êrişên panîkê, bêxewî, ramana mêtînger, bêîştehî û wisa gelek tişt derdixîne holê. Ev rewş jî hem li ser jiyana wan hem jî li ser de û dora wan bandoreke neyînî dike. (3). Her du fikr jî li ser berxwedana guherîna avhewayê bi awayekî neyînî bandor dike.


Li ser vê mijarê gelek xebatên zanistî henin ku  nîşan didin ku ev faktorên derûnî li ser redkirina guherîna avhewayê û anksîyeteyê avhewayê ra gelekî têsir dike. Mesela, mekanîzmaya parastina psîkolojîyê yên van mirovan, naxwaze ev guherîna avhewayê qabûl bike. Anksîyeteyê avhewayê jî encama xemgînî û diltirsîya mirovan e ku li ser ü guherîna avhewayê derdikeve holê. Ji ber van sedeman em dikarin bibêjin ku derûniya mirovan li ser wan her du fikran û lewma jî li ser berxwedana guherîna avhewayê da roleke girîng dilîze.


Di encamê de, redkirina avhewayê û anksîyeteyê avhewayê bi faktorên derûnnasiyên ra tekidar e û zanista derûnnasî ji bo çareseriya van probleman roleke girîng dilîze. Eger ku em ji heqê van probleman derkevin, hem mirovên aktîvîst dikarin bi awayekî hêsan balê bikişînin ser guherîna avhewayê, hem jî em dikarin ji bo siberojeke domdar çareyên baştir bibînin. Piştgiriya civakî, perwerde û zanebûn ji bo peydakirina rêya çareseriyê gelek girîng in. Û her wiha, şêwirmendî û alîkarîya derûnî jî girîng in. Ji bo ku em di berxwedana guherîna avhewayê de çareyên saxlem û bibandor bibînin, em gere ji zanînên beşa derûnnasîyê sûd werbigirin.



(1) Anonim, (2022), İklim Değişikliği, WWF, https://www.wwf.org.tr  


(2) Baykan B.G. (2022) İklim Bilimini İnkâr ve Manipülasyon, Perspektif, https://www.perspektif.online  

(3) Atakan A. (2023) Yeni Çağın Psikolojik Rahatsızlığı: Eko-anksiyete, İklim Haber, https://www.iklimhaber.org 

42 views0 comments

Recent Posts

See All

Comments


bottom of page